Rapora Jinên Aşitîxwaz ji hêla Enstîtuya Kroc ji bo Aşitiyê ve, Zanîngeha San Diego 2023.

Hevnivîskar. Dr. Nesrîn Berwarî

Jinên aşitîxwaz di xebatên xwe yên rojane de her dem rûbirûyî rîsk û bêewlehiyê dibin. Hevkarên navneteweyî di piştgirîkirina ewlehî û parastina wan de xwedî roleke girîng in. Fêmkirina rolên jinên aşitîxwaz û celebên rîskên ku ew pê re rûbirû dibin, gava yekem e ji bo misogerkirina bersiveke guncaw. Divê cihêrengiya rolên ku jinên aşitîxwaz dileyizin, û her wiha faktorên pirjimar ên ku bandorê li ser celebên rîskan dikin, ji destpêka hevkariyê ve ji hêla hevkarên navneteweyî ve li ber çavan werin girtin.

Avakirina Ewlehiya Giştî: Serederîkirin bi Rîskên Ewlehiyê yên Jinên Aşitîxwaz bi rêya Hevkariyan, balê dikişîne ser wê yekê ku hevkarên navneteweyî yên dixwazin piştgiriya jinên aşitîxwaz bikin, divê qada karê wan nas bikin. Ev kar piranî piralî ye û bi karên mirovî û geşepêdanê re têkilhev e. Fêmkirina hûrgulî û berfirehiya karê jinan ji bo destnîşankirina rîskan û peydakirina parastina qanûnî, siyasî û darayî ya bi bandor girîng e; ev yek ji bo avakirina hevkariyên ku wan rîskan kêm dikin bingehîn e. Rapor, bi rêya lêkolînên dozê, kêşe û fersendan rasterast ji rastiya jiyana jinên aşitîxwaz, hevkarên wan û pisporên warê Jin, Aştî û Ewlehiyê derdixe pêş.

Ji sala 2002-an vir ve, Kroc IPJ bernameya Borsa Jinên Aşitîxwaz (Women PeaceMakers Fellowship) li dar dixe. Ev borsa derfetek bêhempa pêşkêşî jinên aşitîxwaz dike da ku tevli dewra fêrbûn, pratîk, lêkolîn û beşdarbûnê bibin ku hevkariyên avakirina aşitiyê bihêz dike. Borsa Jinên Aşitîxwaz hevkariyên bi bandor di navbera jinên aşitîxwaz ên ji civakên şerzade û rêxistinên hevkar ên navneteweyî de hêsan dike. Endamên borsayê her wiha bi hev re lêkolînan amade dikin ku armanc jê şêwedana qada avakirina aşitiyê û nîşandana pratîkên baş e ji bo sêwirandin û pêkanîna aşitiyê.